Di pêşhilbijartinên eyaleta Indiana de, şevê din mîliyardêr Donald Trump ji Komariyan serkeftinek mezin bidest ve anî, wekir ku senator Ted Cruz biryarê bide ku xwe vekişîne û dawî li kampêna xwe ya jibo berbijêriya serokatiya Amerîka bîne. Bi vî awayî berbijêrê Komariyan Trum nêzîkî nameztiya serokatiya Amerîka dibe.
Beriya encam derkevin, Donald Trump li hember hezkiriyên xwe ragihad ku, ewê li Îndiana serkeftinê bidest bixe, Trump li xwe mukir hat ku, Ted Cruz hevrikekî wî yê sersext bû.
Trump piştî encamên baş bidestxistin, da zanîn ku, gelek propagendên xerab li wir li dij Wî hatbûn kirin, lê dîsan ew biserkeft.
Trump ev serkefin weke delîvek rexneyî li dij berbijêra demokratan Hillary Clinton bikar anî û got" Xanim Clinton weke seroka Amerîka dê biser nekeve, jiber ku ew çi tiştan ji îmzekirina peymanên bazirganî nizane".
Li Aliyê din berbijarê pêşhilbijrtinan senator Ted Cruz derket pêşberî piştevanên xwe û got, weke wî soz dabû heta bikare ew jibo xebatên namzetiya serokatiyê bixebite û berdewam bibe, lê diyare dengderan riyek din hilbijartiye, jiber wê yekê ew biryar dide xwe ji pêşbirkêya namzetiya serokatiya Amerîk vekişîne û hewildanên xwe bidawî bike.
Di pêşhilbijatrinên Îndiana de Donald Trump 53% dengan bidest xistin, bi vî awayî piştevaniya 51 delegeyan qazanc kir.