Peyvdarê Koşka Spî got serokê Amerîka Donald Trump û yê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Şemiyê rewşên Lîbya û Sûriyê gotûbêj kirin û her wiha jinûvevekirina abûriyên seranserî cîhanê.
Peyvdar Judd Deere di daxuyaniyekê de got:
“Serok Trump û serok Erdogan pêşketinên jinûvevekirin û bihêzkrina abûriya cîhanê gotûbej kirin.”
Wî got ku serok “Trump xemên xwe derbirîn li dor destêwerdana biyanî di rewşa Lîbya de û dupat kir li ser pêwîstiya aramkirina rewşê.”
Deere da zanîn ku Trump û Erdogan bal kişand ser pêwîstiya bi çareseriyeke siyasî ya lezgîn ji bo Sûriyê û gihîştina alîkariyên mirovahî bo seranserî Sûriyê bê danîna bendan li pêş wan.