Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Dibe ku ew Roja Sêşemê Were Girtin û Banga Xwepêşandanan Kir


Truth social application
Truth social application

Serokê berê yê Amerîkî Donald Trump got dibe ku ew roja Sêşemê were girtin di dozeke ku ji hêla dozgerê navçeya Manhattan ve hatî vekirin de, û bang li alîgirên xwe kir ku xwepêşandanan bikin, li gorî posteke li Truth Social roja Şemiyê.

Berdevkê dozgeriya giştî red kir ku şîrove bike.

Trump bêyî pêşkêşkirina belgeyan got ku "belavbûna neyasayî" ji dozgerê navçeya Manhattan nîşan dide ku ew ê were girtin. Wî negot ku sûcên wî dê çi bin.

Trump nivîsî, "Daxuyaniyên neyasayî yên ji ofîsa dozgerê navçeya Manhattanê ya gendel û pir siyasî ... nîşan dide, bêyî ku sûcek were piştrastkirin ... berbijarê Komarî yê herî pêş û serokê berê yê Amerîkayê, dê roja Sêşema hefteya bê were girtin."

Trump got, "Protesto bikin, welatê me ji nûve bistînin!".

Ofîsa Dozgerê Navçeya Manhattan Alvin Bragg di destpêka vê salê de dest bi pêşkêşkirina belgeyan ji desteyeke mezin a sondxwaran re kir ku vekolîna 130,000 dolarî bike ku Michael Cohen, parêzerê kesane yê berê Trump, dabû stêrka pornoyê Stormy Daniels.

Daniels, ku navê wê yê rast Stephanie Clifford e, dibêje berî deh salan peywendiya wê bi Trump re hebû. Trump ev peywendî red kir.

Trump ji 2017 heta 2021 serokê Amerîka bû û got ku ew ê di hilbijartinên serokatiyê yên 2024an dîsa bibe kandîdê seroktiyê.

Ofîsa Bragg di destpêka vê mehê de Trump vexwendibû ku li pêş desteya mezina sondxwaran ku şahidiyê bike, li gorî parêzera Trump, Susan Necheles. Pisporên yasayê got ku ev nîşana girtina îdianameyê ye.

Cohen di sala 2018an de ji ber binpêkirinên darayî yên kampanyaya federal ên ku bi dayina pereyan bo Daniels û jinek din, di nav sûcên din de, sûcên xwe qebûl kirin. Wî got ku Trump ferman daye wî pereyan bide. Dozgeriya Amerîkayê ya li Manhattanê Trump bi gunehkariyê sûcdar nekir.

Li gorî parêzerê wî, Lanny Davis, Cohen roja Duşemê û roja Çarşemê li ber desteya mezin a sondzwaran axifî. Dadgehên desteya mezin a sondzwaran ji raya giştî re ne vekirî ne.

Parêzera Daniels got ku ew hefteya borî bi dozgeran re axivî.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG