Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Donald Trump ji bo Konferansa G7 Digihe Frensa


Serokê Amerîka Donald Trump îro Şemiyê gihîşte Frensa ji bo konferanseke navnetewî li gel serkirdeyên welatên abûrî yên mezin.

Kombûna Gurûpa heft welatên abûrî yên mezin Brîtanya, Canada, Frensa, Îtalya, Japon û Amerîka li havîngeha bajarokê Biarritz tê di demeke herî nepêşbîn a Koşka Spî de ji aliyê axaftin û bîr û boçûnên Trump ve.

Trump li ser asta cîhanê êdî bi awakî sar tê pêşwazîkirin û ew rastî gelek dijwariyan tê. Xem li dor sistbûna abûriya cîhanê hene û her wiha hin girjî di navbera Amerîka û hevalbendên wê yên bazirganî de û her wiha li gel Îranê û Rûsya de hene.

Berî ku Waşintonê bi cî bihêle, Trump ragihand ku karên Amerîkî yên girêdayî Çînê êdî vedigerine Amerîka. Wî bacên bêhtir ên gumrigê dan ser berhemên Çînê.

Trump got:

“Bacên gumrigê gelekî baş kar dikine… xelk hîn tênegihîştine.”

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG