Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Li Canada Axaftinekê Pêşkêş Dike


Serokê Amerîka Donald Trump îro Şemiyê axaftinek li Canada pêşkêş kir, piştî tevlêbûna kombûna G-7 ku li Quebec hate lidarxistin.

Trump di axaftina xwe de, kombûna G-7 wek kombûneka gelekî serkeftî binav kir.

Wî got:

“Mijara bazirganiyê di serê guftûgoyan de bû."

Li dor biryara wî ya danîna bacên gumrigê ser gelek welatan, Trump got:

"Ez bawerim danûstandineka ne dadmend bi Amerîka re dibe … ez gazinan ji welatên din nakim, belê ji serkirdeyên berê yên Amerîka dikim."

Trump welatên ku bazirganiyeka “ne dadmend” li gel Amerîka dikin, pîroz kirin ku “karibûn rêkeftinên baş ji bo xwe, û "nebaş ji bo Amerîka" pêk bînin.”

Di axaftina xwe de Trump her wiha behsa koçberiyê, ewlekariya niştimanî û gefa Îranê kir.

Derbarê rêkeftina bazirganî ya Amerîka li gel Canada û Mexico, ku bi navê NAFTA tê nasîn, Trump got ew dê guhertinan di ya heyî de bikin, an jî li şuna wê du rêkeftinên ciyawaz li gel Canada û Mexico bikin.

Trump piştî kombûna G-7, berê xwe da Singafor ji bo kombûna li gel serokê Korya Bakur Kim Jong Un ku Trump wê ew wek “erka aştiyê” binav kir.

XS
SM
MD
LG