Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Renge ew Careke din Serkirdeyê Korya Bakur Bibîne


Serokê Amerîka Donald Trump dibêje dibê ku ew careke din bi serkirdeyê Korya Bakur Kim Jong Un re kom dibe ji bo gotûbêjkirina programa Pyongyangê ya çekên navokî.

Trump ku berê bi Kim Jong Un re li Singapor û Hanoi kom bû û wan van demên dawî axaftineke kurt li herêma bêçek a di navbera Korya Bakur û ya Başûr de kiribû, di bersiva pirsekê de li kombûna G-7 a li Frensa got: “Renge em careke din hev bibînin.”

Amerîka û Korya Bakur hîn negihîştine ti rêkeftinan li dor destberdana Korya ji çekên navokî li beramber sistkirina cezayên abûrî ji ser wê.

Korya Bakur roja Yekşemê got ku têsteka nû ya avêjereke pir mûşek a pêşketî kir.

Trump dibêje ew dilgiran e li dor têstkirina Korya Bakur û serokwezîrê Japonê Shinzo Abe jî got ew bawer e ku ev têstên dawî yên Korya Bakur pîvanên Neteweyên Yekgirtî binpê dikin.

XS
SM
MD
LG