Serokê berê Donald Trump jiber îdiayên ser hewildanên guhertina encamên hilbijartinên seroktîyê yên 2020’an li Atlanta ya eyaleta Georgia xwe radestî girtîgehê kir.
Trump wek bergumanên din yên di îdianameya çaran de çû Girtîgeha Fultonê.
Li vê girtîgehê şopên tilîyên Trump û wêneyê wî hat girtin.
Tomara serokê berê yê Amerîka Donald Trump ya girtîgehê P01135809 e.
Trump bi saeta xwecîhî di 19:35 de gihişt Girtîgeha Fultonê û ew piştî tomar, şopa tilîyan û wêne, ji girtîgehê derket.
Serokê berê yê Amerîka bi qasî 20 deqîqeyan li girtîgehê ma.
Trump berî li firoka xwe siwar bibe ji rojnamevanan re got ku wî tiştekî şaş nekiriye û dîyar kir ku ev rewş jibo Amerîka rewşeke xembar e.
‘’Me tiştekî şaş nekir. Û jibo hilbijartineke ku li gor me ne durist bû mafên me yên pêdeçûnê hene.’’
Wî dîyar kir ku rewşa ew têde jî ne durist e.
Trump jibo kefaletê 200,000 dolar daye û ew dê di peyvajoya dozê de li girtîgehê nemîne.
Hêjayî balkişandinê ye ku di dîroka Amerîka de cara yekê ye ku serokê welêt jibo lêpirsînekê xwe radest' polîsan dike û wêneya wî ya wek bergumanekî tê girtin.