Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Donald Trump Behsa Mirina Dadwer Ruth Bader Ginsburg Dike


Serokê Amerîka Donald Trump îro di daxuyaniyekê de li ser Twîterê, behsa mirina endama dadgeha bilind a Amerîka Ruth Bader Ginsgurg kir.

Trump got:

“Îro, welatê me şîna mezina yaseyê dike. Dadwer Ruth Bader Ginsburg bêhtirî 27 salan wek endama dadgeha bilind a Amerîka xizmet kir.

Serok bal kişand ku Ginsburg duyem jin bû ku dibe endama dadgeha bilind û got,”ew hevjîneka hezkirî ya mêrê xwe Martin bû û dayikek bû ku xizmeta zarokên xwe kir”.

Trump nîşan bi wê yekê da ku “Ginsburg a naskirî bi mejiyê xwe yê vekirî li beramber rikberên xwe di dadgeha bilind de, diyar kir ku yek dikare xwedî/ya nerînên ciyawaz be, bê ku hevkarên wî/wê nefertê jê bikin. Nerînên wê û biryarên wê yên naskirî li dor yeksaniya yasayî ya jinan û xwedî pêwîstiyên taybet, îlham dane Amerîkiyan û nifşên mezin ên xwedî mejiyên yasayî.”

Trump behsa nexweşiya Ginsburg kir û got ku dadwer Gunsburg heta dawiyê şerê pençeşêrê kir.

Wî got:

“Em bi hizir û nimêjên xwe, di vê dema dijwar de, li gel malbat û hezkiriyên Ginsburg in. bi hêviya ku bîranîna wê bibe pîrozbahiyeke mezin ji bo cîhanê.”

Tê zanîn, dadwer Ruth Bader Ginsburg doh Înê, piştî şerekî dirêj li dijî pençeşêra pankiryasê, di temenê 87 salî de koça dawî kir.

XS
SM
MD
LG