Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hember Trump Tawanbarîya bi Îdiaya Xelet Xwedîkirina Belgeyên Nepenî Îdianame Hate Pejirandin


Serokê Amerîkî yê berê Donald Trump roja Pêncşemê ragihand ku tawanbarîya çarçoveya lêpirsîna ser belgeyên nepenî de îdianameya dijî wî hatiye pejirandin û ew bi sûcên federal rerûbirû ye.

Wezareta Dadê ya Amerîka heya niha bi fermî tawanbarîya hemberî Trump piştrast nekiriye, lê li gor ragihandinan medyayê dijî Trump jimareke sucdarkirin hene.

Li gor ragihandina medyayê Trump belgeyên nepenî bê destûr û bi zanebûn li mala xwe hiştine, hewil daye ku bi pankarî lêpirsîna hember xwe asteng bike û şahidîya sexte kiriye.

Edîtorê AP Eric Tucker dibêje ku Trump di çend mehên dawî de rûbirûyê cûrbecûr kêşeyên qanûnî bûyê.

“Pirsgirêka herî cidî ya dijî Serokê berê Donald Trump doza li Washingtonê ye ku dozgerên federalî ser ragirtina belgeyên nepenî û ser hewlên pêkan yên Donald Trump û nûnerên wî yên bo astengkirina wergirtina wan belgeyan lêpirsînê dimeşînin.”

Tawanbarîya dîrokî ya dijî Trump li ser îdiaya şaş karanîna belgeyên nepenîye ku wî ji Qesra Sipî bi xwe re biribûn der û ew belge piştre li mala wî ya Florida, Mar-a-Lago hatibûn dîtin.

Sedema serekî ya tawanbakirina Trump ew e ku wî belgeyên nepenî, ku di hinek ji wan de agahîyên girîng yên berevanîya netewî hebûn û divêbû di parastina hikûmetê de bimana, biribûn mala xwe.

Lêkolerê taybet yê Wezareta Dadê ya Amerîka î Serokê Amerîka Jack Smith payîza borî dest bi lêpirsîna xwe kiribû ku mijara dora 100 belgeyên ewlekarî yên nepenî bîgihîne emcamekê.

Dîsa, Smith hewil dide ku ronî bike ku Trump hewil daye ku pêşîya hikûmeta federalî bigire ku wan belgeyên nepenî careke din wergire.

Trump li ser medya civakî nerazîbûna xwe hember pêngava dawî ya wezaretê nîşan dabû û gotibû ku lîstoka dijî wî didome.

"Rêvebirîya Biden ya gênî parêzerên min agahdar kirin ku îdianameya hember min hatiye pejirandin û xuya ye ku li ser tiştên pûç û vala û beredayî.”

Trump got ku ji wî hatiye xwestin ku roja Sêşemê di demjimêr 3ê paşnîvro de li dadgeha federalî ya li Miami amade be û dîyar kir ku ew di kempeyna seroktîyê ya 2024an de li pêş hemî berbijarên Demokrar û Komarî ye.

"Ev jibo Amerêka bi rastî ROJEKE TARÎ ye. Em Welatekî wiha ne ku di rewşeke Xirab ya lêzûbez de ne, lê emê bi hevre Amerîka Dîsa Hêzdar Bikin!"

Hêjayî balkişandinê ye ku tevî ku Trump di doza belgeyên nepenî de hatiye tawanbar kirin jî, ewê heta roja Sêşemê, dema ku çaverê ye bi dilxwazî xwe radest bike û li dadgeha Florida amade be, bi fermî neyê tawanbar kirin.

XS
SM
MD
LG