Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Dê Tiştên Xerab Bibin Eger Îran Rêkeftinekê Erê Neke

Serokê Amerîka Donald Trump
Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîka Donald Trump dibêje ku eger Îran rêkeftinekê çêneke û razî nebe ku dev ji tevgerên xwe yên xirab berde, wê hingê " dê tiştên xerab bibin."

Trump roja Pêncşemê di civîneke Desteya Aştiyê de li Washingtonê got, "Dibe ku em neçar bimînin gaveke din bavêjin, an jî dibe ku em nekin. Dibe ku em rêkeftinekê çêbikin. Hûn ê di nav 10 rojên bê de, dibe ku, bibînin."

Trump got ku Îran "nikare bi berdewamî gefê li aramîya tevahîya herêmê bixwe."

Artêşa Amerîkî di hefteyên dawî de alavên xwe yên leşkerî birine herêmê, her çend Amerîka û Îranê vê mehê du gerên danûstandinên nerasterast li dar xistin da ku çareserîyeke dîplomatîk bibînin.

Berdevka Koşka Sipî Karoline Leavitt gote rojnamevanan, “Gelek sedem û bihane hene ku kesek dikare bibîne da êrîşekê dijî Îranê bike.”

Wê, wekî mînak, biryara Trump a ji bo pêkanîna operasyoneke leşkerî ya serketî ya Amerîkî ku di Hezîrana borî de cihên çekên navokî yên rejîmê ji holê rakirin, anî ziman.

Leavitt got "serok Trump her tim derbarê Îranê yan jî her welatekî din ê cîhanê de pir zelal bûye, ku diplomasî her tim bijarke wî ya yekem e, û Îran dê pir hişmend be ku bi serok Trump re peymanekê çê bike."

Herwiha da zanîn ku "serok her tim berjewendîya Amerîka û artêşa me, û gelê Amerîka berçav digire, û ew bi vî awayî biryaran li ser her cûre çalakîyeke leşkerî dide."

Amerîka dibêje, wekî beşek ji rêkeftinekê bi Îranê re, em dixwazin ku çalakîyên çekên navokî yên rejîma Îranê, kuştina xwepêşanderan, bernameya mûşekên balîstîk û teror li herêmê rawestin.

Serok Trump di posteke Truth Social de roja Çarşemê, got ku eger dîplomasî têk biçe, dibe ku ew hêza esmanî ya Amerîka ji giraveke parzemîna Hindî ya Brîtanî û ji baregeheke esmanî ya Brîtanî li başûrê Brîtanyayê bişîne.

Trump nivîsî: "Eger Îran biryar bide ku peymanekê çêneke, dibe ku ji bo Amerîkayê pêwîst be ku Diego Garcia û balafirgeha li Fairfordê bikar bînin da ku bi êrîşeke muhtemel rejîmeke pir nearam û xeternak ji holê rakin - êrîşeke ku muhtemel e ji Brîtanya û welatên din ên dost were kirin."

XS
SM
MD
LG