Kenala Amerîkî Fox News dibêje ku serok Donald Trump di peywendîyeke telefonî de ragihand ku " Amerîkayê bi rêya Kurdan çek ji xwepêşanderên Îranî re şandine."
Peyamnêrê Fox News Trey Yingst dibêje ku serok Trump di axaftina xwe ya li ser Operasyona Hêrsa Dastnî de ji wî re gotiye ku wan gelek çek şandine û "renge Kurdan çek birine."
Heta amadekirina vê raportê, ne Serok Trump li ser platforma xwe ya Truth Social û ne jî Wezareta Derve ev axaftin piştrast nekirine.
Kanal dibêje her di wê axaftinê de ku roja Yekşemê bûye serokê Amerîka behsa guftûgoyên li gel Îranê kiriye û gotiye, "eger ew negihêjin rêkeftineke bilez, ez hizir dikim ku her tiştî wêran bikim û petrolê desteser bikim."
Serok bal kişandiye ser wê yekê ku di xwepêşandanên dawî de li Îranê 45,000 sivîl hatine kuştin.