Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Her Kiryareke Leşkerî li Îran Divê Lezgîn û Biryader be

Serokê Amerîkayê Donald Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump

Seokê Amerîkayê Donald Trump ji tîma xwe ya ewlehîya neteweyî re gotiye ku ew dixwaze her kiryareke leşkerî ya Amerîkî li dijî Îranê derbeyeke bilez û biryarder li rejîmê bide û nebe sedema şerekî berdewam ku bi hefteyan an mehan bidome, li gorî çavkanîyeke nêzîkî Koşka Sipî.

Televizyona NBC News roja Çarşemê ragihand ku Serok Trump gotiye "Ji me re hatiye gotin ku kuştin li Îranê hatine rawestandin û ji bo sêdarekirinan ti planek tuneye . Çavkaniyên pêbawer ji me re gotine û em lêkolîn dikin."

Trump roja Sêşemê jî li ser platforma Truth Social peyamek weşandibû û bang li xwepêşanderên Îranî kiribû ku xwepêşandanên xwe bidomînin û saziyên xwe bigirin û gotibû "alîkarî tê."

Wezareta Derve jî berê rêzek peyam, wêne û vîdyo li ser hesabê xwe yê bi zimanê Farisî li ser platforma X’ê belav kiribûn û piştgiriya xwe ji bo xwepêşanderên Îranî dubare kiribû û serkutkirina xwepêşanderan ji aliyê desthilatdarên Komara Îslamî ve şermezar kiribû.

Rayedarêkî Amerîkî û kesekî din yê ku bi nîqaşan agahdar e, ji NBC NEWS re gotiye ku fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bijareyên leşkerî ji bo Trump amade kiribûn, ku di rojên dawî de pêşkêşî wî kirin û niha hatine serwextkirin.

Senator û endamên civata nûneran yên Kongresa Amerîka jî di çend rojên borî de hevsozîya xwe bo xelkê nerazî yê Îranê diyar kir, û anîn ziman ku Amerîka siberojeke azad bo xelkê Îranê yê xweragir dixwaze.

XS
SM
MD
LG