Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Pêncşemê got ku danûstandkarên rejîma Îranê cuda û xerîb in.
Di postekê de li ser platforma Truth Social, Trump diyar kir ku "danûstandkarên Îranî li ber me digerin ku rêkeftinekê bikin, ku divê ew vê yekê bikin ji ber ku di warê leşkerî de hatine wêrankirin û derfeta wan tuneye vegerin."
Serok Trump got: "Lê tevî wiha jî, ew bi eşkereyî derdikevin û dibêjin ew tenê 'li pêşniyara me dinêrin.' Ev şaş e. Baştir e ew di demeke nêzîk de cidî bin, berî ku dereng be, ji ber ew yek pêk were, êdî veger jê tune ye û dê ne baş be."
Berdevka Koşka Sipî Karoline Leavitt roja Çarşemê got ku gotûbêj di navbera Amerîka û Îranê de berdewam dikin.
"Ew berhemdar in, wekî ku serok roja Duşemê got, û ewê berdewam bikin," Leavitt got.
Rojnameya New York Times roja Sêşemê ragihandibû ku Amerîka planeke 15-xalî ji bo rawestandina şer ji Îranê re şandîye .
Artêşa Amerîkayê dibêje ji destpêka operasyonên dijî rejîma Îranê li 28'ê Sibatê ve, bêtirî 10,000 armancên rejîmê rastî lêdanê hatine.