Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Bersiva Gefên Îranê Dide

Serokê Amerîka Donald Trump
Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîka Donald Trump bi hişdarî bersiva gefên rejîma Îslamî ya Îranê da û got eger tiştek bi wî were, Amerîka dê wan ji ser rûyê erdê paqij bike.

Di hevpeyvînekê de ku derengî roja Sêşemê ligel tora televîzyonî ya Amerîkî NewsNation, Trump bersiva pirsekê da li dor tinaz û gefên dawî yên ku ji aliyê rayedarên rejîma Îranê ve li wî hatine kirin.

Trump got, "Divê ew wê nekin. Lê min agahdarî daye ku eger tiştek biqewime, emê dojehê biteqînin... tevahiya welat dê were teqandin."

Wî agahdarîya xwe wekî "fermanên pir hişk" ji bo artêşa Amerîkî bi nav kir ku "wan [rejîma Îranê] ji ser rûyê vê dinyayê paqij bikin."

Di hevpeyvîneke roja Şemîyê ya berê de bi malpera nûçeyan a Amerîkî Politico re, Trump banga xwe ya yekem ji bo guhertina rejîma Komara Îslamî ya nêzîkî 47 salî kir û got: "Dem hatiye ku li Îranê serkirdayetîyeke nû hebe."

Wî tepeserkirina hovane ya rêberê bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî li ser xwepêşandanên opozîsyonê yên vê mehê şermezar kir, û Xameneyî wekî "mirovekî nexweş ku divê welatê xwe bi rêkûpêk birêve bibe û dev ji kuştina xelkê berde" binav kir.

Nûnerê Taybet ê Trump ji bo Erkên Aştiyê Steve Witkoff roja Çarşemê li Davosa Swîsrayê, di hevpeyvînekê de got ku kuştina girseyî ya xwepêşanderan ji hêla Îranê ve "tirsnak" e.

Witkoff got: "Pêwîst e ku Îran rêbazên xwe biguherîne. Divê ew vê yekê bikin. Û heke bikin, heke ew nîşan bidin ku ew amade ne ku vê bikin, ez bawer im ku em dikarin vê yekê bi awayekî dîplomatîk çareser bikin."

Grûpa çavdêriya înternetê ya li Londonê Netblocks roja Çarşemê li ser platforma X’ê got ku girtina înternetê li seranserê welêt ji hêla rejîmê ve di roja 13an de, wekû beşekî ji tepeserkirina nerazîbûnan e.

Di postek din a X de roja Çarşemê, Dezareta Derve ya Amerîka li ser hesabê xwe yê Farisî USAbehFarsi got ku "paranoyaya rejîma Îslamî welat xistîye rewşeke neragihandî ya şer."

USAbehFarsi got: "Fişarên bênavber ên rejîmê tenê îspat dikin ku ew ji her gefeke derveyî bêtir ji gelê xwe ditirsin. Îran xwedî imkanên mezin e, û pêşeroj dikare geş be ger rêberên wê xizmetê li şûna tepeserkirinê hilbijêrin."

XS
SM
MD
LG