Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ger Îran Êrîşî Keştîyên Me Bike, Em ê Wê ji Ser Rûyê Erdê Rakin

Serokê Amerîkayê Donald Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump gefa tunekirina Îranê xwar û got ku ger Îran êrîşî keştîyên Amerîkî li Tengava Hormuz bike, ew ê wî welatî ji holê rakin.

Serok got, "Em ê Îranê ji ser rûyê erdê paqij bikin ger ew êrîşî keştîyên Amerîkî yên ku rêya wan di Tengava Hormuzê re derbas dibin, bikin."

Trump got jî, "Bihêzkirina leşkerî ya Amerîkayê li herêmê berdewam dike."


Wî berdewam kir û got, "Me ji her demê bêtir çek û cebilxane hene. Me baştirîn alav hene. Me alavên xwe li seranserê cîhanê hene. Me baregehên leşkerî li seranserê cîhanê hene. Ew hemî tijî çek û alav in. Em dikarin van hemî alavan bikar bînin, dema ku pêwîst be."

Di peyameke cuda ya Truth Social de, serok Trump got "Îranê di derbarê Tevgera Keştîyan, Projeya Azadîyê de, hin êrîş li ser keştîyên hin welatan pêk anîne ku têkildarî dorpêçê nînin, di nav de Keştîyeke Barhilgir a Korya Başûr. Dibe ku dem hatiye ku Koreya Başûr were û tevlî erkê bibe!"

"Me heft Keştîyên biçûk, an jî wekî ku ew jê re dibêjin, Keştîyên "bilez" wêrankirin," wan tenê ev hene Trump got.

Trump got jî ku li Tengava Hormuzê ti pirsgirêk derneketîye, û sibê dê Wezîrê Şer Pete Hegseth û Serokê Fermandarîya Giştî ya Hêzên Çekdar Dan Caine Konferanseke Rojnamevanî çêkin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG