Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîna bi rojnamevan Sharyl Attkisson di bernameya televîzyonî "a bi navê Full Measure with Sharyl Attkisson" de, got "operasyonên leşkerî li dijî Îranê hîn bi tevahî neqediyane."
Serok Trump diyar kir ku, her çend hêzên Îranê “şikestine”, lê Amerîka hîn jî dikare êrişên din bike.
Serok Trump derbarê îmkanên êrîş û pevçûnên zêdetir li dijî Îranê got "Em dikarin du hefteyên din êrîşan zêdetir li dijî Îranê encam bidin û armancên mayî temam bikin."
Trump dibêje, hêzên Amerîkayê heta niha nêzîkî 70% armancên xwe pêkanîne, lê “armancên din” hîn jî hene ku dikarin bêne lêxistin.
Wî herwiha got ku, Îran "şikestîye" heke êrişan niha jî rawestin, dê pêwîstî bi gelek salan hebe heta bernameya xwe ya navokî û sazîyên xwe ji nû ve ava bike.
Trump dubare kir ku divê Îran tu carî nebe xwedîya çekên navokî. Wî got “Em nikarin bihêlin ku Îran bibe xwedî çekên navokî, ji ber ku ew gelek metirsîdar e.”
Trump got jî "Eger Îranê çekên navokî hebana dê li dijî Îsraîlê û Rojhilata Navîn bikar anîbana."
Di hevpeyvînê de Trump herwiha amaje kir ku rêveberîya wî hêvî dike bihayê neft û gazê di demeke nêzîk de dîsa dakeve, her çend pevçûnên li Rojhilata Navînê bandor li bazaran kiriye.