Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amadekariyên Romalkirina Kombûna Trump û Kim

Rojnamevan ji seranserî cîhanê li navenda navnetewî ya medya li welatê Singafor kom bûn ji bo vekirina fermî ya çalakiyên romalkirina kombûna di navbera serokê Amerîka Donald Trump û yê Korya Bakur Kim Jong Un de.

Bêhtirî 2,500 rojnamevan pêşbîne vê kombûnê romal bikin li avahiya Fi Pit, li gel ekranên tilfizyonê ku dê kombûnê bi awakî zindî romal bikin.

Rojnamevana Radyoya Navnetewî ya Frensî FRI Carrie Nooten dibêje tiştekî balkêş û bê hempaye jimarekea wiha mezin kom bibe li Singafor, ku giraveka biçûk e û bala gelek xelkê nakişîne.

Ew dibêje 5000 rojnamevan daxwaza rêdana romalkirinê kir lê tenê 2,500î erêkirin wergirt.

Trump û Kim, biryare roja Sêşemê 12 mehê kombûneka dîrokî lidarxin, ku dê programa navokî ya Pyongyangê û alîkariyên abûrî yên Waşintonê deyne ser masê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG