Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Jibo Pêkanîna Peymaneke Lezgîn Kubayê Hişyar Dike

Serok Donald Trump
Serok Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da Kubayê ku divê "peymanekê pêk bînin" an jî dê bi encamên nediyar re rû bi rû bimîne. Trump got ku ewê şandina petrol û pereyên Venezuelayê bo Havanayê rawestîne.

Roja Yekşemê, 11 Çile 2026'ê, Trump li ser Truth Social nivîsand: "Êdî petrol û pere bi yekcarî naçin Kubayê," dîsan dibêje, "Ez bi cidî pêşniyaz dikim, berî ku pir dereng be peymanekê pêk bînin."


Trump destnîşan kir ku Kuba bi salan zêde bi petrol û pereyên Venezuelayê debara xwe kiriye û "di şûna wê de ji bo du dîktatorên dawî yên Venezuelayê, Maduro û Chavez, xizmetên ewlehîyê peyda kirine", wî got lê: "Ew serdem bi dawî bûye." Wî her wiha gotbû ku Venezuela êdî ne hewceyî "gerîla û serbiran e," ku bi salan gelê welêt dîl girtine.

Ev şîroveyên Trump hefteyekê piştî destpêkirina operasyoneke şevê ya hêzên Amerîkî li Karakasê tên; ku serokê Venezuelayê Nicolas Maduro jiber bazirganîya madeyên hişbir, tepeserkirina gelê venezuelayê û dijatîya Amerîkayê hat girtin û ew anî Amerîka jibo dadgehkirinê.

XS
SM
MD
LG