Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Em Hewl Didin Kurdan Biparêzin

Serokê Amerîka Donald Trump
Serokê Amerîka Donald Trump

Serok Donald Trump roja Sêşemê di konferanseke çapemenîyê de got ku ew ji Kurdan hez dike û rêvebirîya wî hewl dide wan biparêze.

Trump di bersiva pirsekê de ku ji kanala Rûdawê, got ku "Ez ji Kurdan hez dikim."

Trum di bersivdanê de got, "Dê bi Kurdan re lihev bikin û dê hewla parastina Kurdan bidin."

Dema ku ji Trump hat pirsîn ka ji bo parastina Kurdan, ku li kêleka Amerîkîyan di têkbirina Daişê de roleke girîng lîstin, çi dikare were kirin, wî got, "Gelek pere, petrol û tiştên din dane Kurdan. Wan ji bo xwe dikir, zêdetirî ku ji bo me be," Trump got.

Di beşekî bersivdanê de Trump pesna serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed Şeri’ da û got ku ew li Sûriyê karekî zehmet dike.

XS
SM
MD
LG