Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Serdana Los Angelesê Dike


Serokê Amerîka Donald Trump îro Înê serdana North Carolina û Los Angeles dike ku bi felaketên mezin re rûbirû mane.

Trump ji destpêka seroktîya xwe, ku roja Duşemê destpê kiribû, cara pêşî serdanekê dike.

Rûniştvanên herêmê jiber bahoz, şewitîna daran û felaketên din ketine rewşeke xirab û bi serdana Trump re dibe ku ser alîkarîya hikûmeta federal bi wan re geşbînî çêbe.

Piştî bahozên mezin derbên giran li rojavayê North Carolina xistibûn Trump ser rêvebirîya Serokê berê Joe Biden gotibû ku jibo herêm xwe jinûve ava bike helwesteke baş nîşan nade.

Rêvebirîya Biden ew tawanbarkirin red kiribû û dîyar kiribû ku Trump agahîyên şaş belav dike.

Trump berî hilbijartinên Mijdara 2024’an serdana herêma meyl-Komarî kiribû û soza jinûveavakirina herêmê û kêmkirina burokrasîyê dabû.

Serdana Trump ya li Los Angelesê di vê demê de ye ku li herêmê 3 şewatên mezin didomin.

Karbidestên Amerîkî didin zanîn ku ji destpêka şewatan vir ve, ku 7’ê Çileyê destpê kiribûn, 28 kes mirine û bi qasî 16,000 avahî zarar dîtine yan jî hilweşîne.

Pispor dibêjin atmosfera cîhanê germ dibe û jiber vê jî dibe ku bahozên mezin, şewata daristanan û felaketên din hîn xurt bibin.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG