Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Û Macron Rewşa li Îranê Û Rojhilata Navîn Dinirxînin


Serokê Amerîka Donald Trump û serokê Fransa Emmanuel Macron
Serokê Amerîka Donald Trump û serokê Fransa Emmanuel Macron

Qesra Spî ragihand ku, doh Înê Serok Donald Trump bi rêya telefonê li gel serokê Fransa Emmanuel Macron axivî û rewşa li Îranê, pirsa bazirganî û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn dom dikin nirxandin.

Trump ku niha di bêhinvedana dawiyê hefteyê de ye li eyaleta New Jersey li bingeha xwe ya taybet ya Golfê dimîme, bi rêya Twîtterê got"Min peywendiyek telefonî ya gelek baş li gel Emmanuel Macron serokê Fransa encam da, me gotûbêj liser gelek mijaran kirin, bi taybet ewlekarî û bazirganî".

Daxuyaniya Qesra Spî jî dibêje"Herdu serokan gelek mijarên girêdayî bazirganî û ewlekariyê di têkiliya telefonî de gotûbêj kirine, bi şêweke berfireh liser rewşa li Îranê û Rojhilata Navîn axiftin kirin e".

XS
SM
MD
LG