Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Medya Amerîkî Gelek Nexweş û Metirsîdar e


Serokê Amerîka Donald Trump îro Yekşemê pêleka din a êrîşan bir ser medya Amerîkî û got ew “gelekî nexweş û metirsîdar e.”

Trump di tiwîtekê de got:

“Medya sexte ji min nefretê dike, dema ez dibêjim ew dijmina xelkê ye, ji ber ku ew dizane ez rastiye dibêjim.”

Trump got, “Ez xizmeteka mezin pêşkêş dikim bi riya şîrovekirina vê yekê ji xelkê re. Ew bi mebest dibin sedema bêbawerî û perçebûnê. Ew dikarin her wiha bibin sedema şer.”

XS
SM
MD
LG