Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêvîya Dawî ya Trump a Rawestana Serkeftina Biden Çi ye?


Di keysên xwe yên yasayî de li beramber serkeftina Joe Biden di hilbijartinên serokayetîyê de, helmeta serok Donald Trump û hevalbendên wî yên Komarî, hewlên xwe bihêztir kirine da ku nehîlin berpirsên xwecihî encamên hilbijartinan li hin wîlayetan ku nakokî li dor wan hene, pesend bikin.

Hewldanên ku armanca wan nehîştina pesendkirina proseya dengdanê ye, ta niha têk çûne û dadweran gelek keysên Komarîyan avêtine, di nav de jî herî dawî li wîlayeta Georgia.

Li gor şarezayên yasayî û siyasî, keysên rawestana pesendkirina dengdanê ew beşeke ji stratejîyeke berferehtir a helmeta Trump, ku armanca wê ew e hunderîya encûmenên qanûnsaz li wîlayetên ku komarî lê desthilatdar in, da dengên xwe yên desteya hilbijêran bidin Trump, hertçendî ku Trump dengên giştî û yên desteya hilbijêran ji dest dane.

Di hewldana rêgirtina li serkeftyina Biden de, li wîlayeta Michigan û hejmarek wîlayetên din, Trump roja Înê kombûnek li gel serkirdeyên Komarîyan û hin qanûndanerên Michigan lidar xist, ji bo dîtina hin rêyên jinavbirina dengên giştî di proseya binavkirina hilbijêran de.

Piştî kombûna li Koşka Spî, qanûndanerên Michigan daxuyanîyeke hevbeş derxist û wan tê de got:

“Em hîn ne agahdar in li dor ti agahîyan ku dê encamên hilbijartinan li Michigan biguherin, û wek serkirdeyên qanûnsaz, em dê pêgir bin bi yaseyê û proseya normal a girêdayî hilbijêrên Michigan, wek ku me li dirêjîya hilbijartinan gotîye.

Wan her wiha got:

“Kandîdê ku piranîya dengan li Michigan wergire ew dengên hilbijêrên wîlayetê werdigre.”

Serkirdeyê piranîya Komarîyan ya sînatoya Michigan Mike Shirkey, ku tevlî kombûna Koşka Spî bû, demekê berê vê hefteyê gotibû ku encûmena qanûnsaz dê wan 16 dengên hilbijêran nede Trump.

XS
SM
MD
LG