Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Donald Trump Serdana Welatê Japonê Dike


Serokê Amerîka Donald Trump û Hevjîna wî Melania Trump

Serokê Amerîka Donald Trump gihîşte Japonê ji bo serdaneke çar rojan ku wê dagirtî be ji aheng û çalakiyên werzişî û berpirsekî Koşka Sipî got wê hin tiştên bingehîn werin ragihandin.

Derfetên girtina wêneyan renge bêhtirî îmzekirina rêkeftinan bala serokwezîrê Japonê Shinzo Abe bikşîne ku wî pêwendiyên baş li gel Trump hene û wan bêhtrî 40 carî axaftin û kombûn pêkanîne, tiştekî ku berê nebûyeû, li gor Koşka Sipî .

Berpirsekî Amerîkî ji Dengê Amerîka re bal kişand ser konferansa rojnamevanî ya ku pêşbîne Trump û Abe roja Duşemê lidarxin û got ewê tiştine balkêş di derbarê pêwendiyên herdû welatan de ragihînin.

Piştî gihîştina Tokyo, Trump ji gurûpeke karsazên Japonî re pensa pêwendiyên Amerîka û Japonê da û got ew niha ji her demekê berê baştir in.

Trump hêviya xwe derbirî li dor îmzekirina rêkeftineke bazirganî ku bêhjtirî tiştên heyî dadmend be ji bo Amerîka.

XS
SM
MD
LG