Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Derbarê Koçber Û Penaberan Dê Hin Biryaran Bide


Serokê Amerîka Donald Trump
Serokê Amerîka Donald Trump

Tê texmînkirin îro, serokê Amerîka Donald Trump serdana avahiyê wezareta derve bike û derbarê hatin koçber û penaberan bû Amerîka çend biryaran bide.

Alîkarên di Kongirêsê de didin zanîn ku, dibe Trump roja çarşemê hind biryarên nû derbarê hatina koçberiya ne yasayî bû nav axa Amerîka îmze bike.

Pêşiyê ewê biryara avakirina dîwarê di navbera Meksîk û Amerîka de bide û hijmara zêrevanên parastina sinor zêde bike.

Di rojên bihên de Trump dê biryara kêmkirina hatina Penaberan bû Amerîka bide, ji 100 hezaran salane daxîne 50 hezaran, herweha dê qedexeya demkî dane ser pêşwazîkirina piraniya penaberan.

Trump Çarşemê li avahiyê wezareta navxwe dê amade bibe, tê payîn ku, ew gelek biryaran derbarê hatina koçberên ne yasayî û penaberan der bike, Trump êvariya roja Sêşemê di hesaba xwe ya twîterê de got bû ewê dîwar liser sinorê Meksîk bide avakirin û derdanên wê bixe ser dewelta Meksîk, wek tê zanîn Trump di kampêna hilbijartinan de tekez liser vê xalê kir bû.

Birayrên derbarê kontrokirina Sinoran de Trump dixwaze 5 hezar efseran weke zêrevanên sinorî wezîfedar bike, da kû bikarin ewlekariya sinoran pitir biparêzin û koçber û penaberên ne yasayî yên li Amerîka dijîn der sinor bikin, herweha Îdara gomirkan û xalên sinorî bihêztir bikin.

XS
SM
MD
LG