Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Civîna Kabîneya Xwe ji Camp David Vediguhêze Koşka Sipî

Serokê Amerîkayê Donald Trump Sêşemê bi şev ragihand ku ew civîneke çaverêkirî ya kabîneya hikûmeta Amerîkî roja Çarşemê dê li Koşka Sipî pêk bîne, li şûna ku li Camp David be.

Trump li ser platforma Truth Social got: "Li gor mercên xirab ên keşûhewayê sibê, emê civîna kabîneya xwe li Koşka Sipî pêk bînin û emê serdana Kabîneyê ya Camp David paş bixînin."

Koşka Sipî wexteke zûtir roja Sêşemê ragihandibû ku kombûna Camp David, ku li wîlayeta Maryland dikeve, ji bo roja Çarşemê hatibû destnîşankirin.

Hinek dezgehên medyayê ragihandibû ku Îran dê mijara serekî ya civînê be.

This item is part of
XS
SM
MD
LG