Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Fermana Vekişîna Nobedarên Niştimanî ji Waşintona Paytext Dide


Serokê Amerîka Donald Trump
Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîka Donald Trump îro Yekşemê fermana vekişîna nobedarên niştimanî ji waşintona paytext da û nîşan da ku rewş êdî di bin kontrolê de ye, piştî çend rojan ji xwepêşandanên berferh ên dijî mirina welatiyê Amerîkî yê reş di nav destên polîs de.

Wî li ser Twîterê nivîsand û got:

“Min niha ferman da nobedarên niştimanî ku ji Waşintonê vekişin, piştî ku her tişt êdî hate kontrolkirin.”

Trump got ew vedikşin ”lê eger pêwsît be, dê careke din vegerin. Hejmara xwepêşandanan şeva borî kêmtir bû.”

Nobedarên Niştimanî hêzeke yedek e di artêşa Amerîkî de, banga wan tê kirin di karasatên xweristî û kiryarên talankirinê de.

XS
SM
MD
LG