Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Rojavayî Axaftinên Trump Ên Li Ser NATOyê Rexne Dikin


Karbidestên payebilind ên rojavayî roja Yekşemê rexne li serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump kirin, piştî ku wî pêşniyar kir ku Amerîka dê hevalbendên NATO yên ku têra xwe ji bo berevaniyê xerc nakin ji êrîşên Rûsyayê neparêze.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got,"Her pêşniyara ku hevalbend dê hevûdu neparêzin, ewlehiya me, Amerîkayê jî di nav de, hemû dixe bin metirsiyê."

Wî bertek nîşanî gotinên roja Şemiyê yên Trump da û got, "Her êrîşek li dijî NATOyê dê bi bersiveke yekgirtî û bi hêz were bersivdan."

Wezîrê berevaniyê yê Polonyayê Wladyslaw Kosiniak-Kamysz behsa axaftinên Trump, ku diyare dê bibe namzedê komarî di hilbijartinên serokatiya Amerîkî yên îsalde got, kir.

Wî li ser platforma medyaya civakî X nivîsî: "Druşmeya NATO'yê 'yek ji bo her kesî, her kes ji bo yekî' pabendbûnek berbiçav e. Binpêkirina pêbaweriya welatên hevalbend tê wateya qelskirina tevahiya NATO'yê."

"Tu helmeta hilbijartinê nabe bihane ji bo lîstina bi ewlekariya Hevbendiyê."

Wezareta Derve ya Almanyayê piştî şîroveyên Trump li ser hesabê xwe yê Îngilîzî ên X bi hashtaga #StrongerTogether, peyama 'Yek ji bo her kesî û her kes ji bo yekî' weşand.

Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Michel got: "Daxuyaniyên bêhiş ên li ser ewlekariya NATO û madeya 5an tenê xizmeta (Serokê Rûsyayê Vladimir) Putin dikin."

Madeya 5an a peymana NATOyê dibêje ku her êrîşeke çekdarî li dijî endamekî hevbendiyê dê wek êrîşeke li dijî hemûyan bê dîtin, ku bibe sedema xweparastina bikom.

Trump, di axaftineke xwe de li wîlayeta Carolina Başûr, qala kombûneke bi endamên NATOyê re kir.

Trump dibêje ku "welatekî mezin" jê pirsîye ku, "eger em pereyan nedin, û em ji aliyê Rûsyayê ve werin êrîşkirin, hûn ê me biparêzin?"

Trump dibêje, min got: "Tu pereyan nedî? Û te berê jê nedane?". Serkirdeyê wî welatê ku Trump bi nav nekir, gotiye: "Erê, em bêjin wisa bûye."

Trump dibêje, min got, "Na, ez ê te neparêzim. Ne tenê wiha, ez ê wan han bidim ku çi dixwazin bila li we bikin. Divê hûn pereyan bidin."

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG