Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Netanyahu Îro li Qesira Sipî Dicivin


Serokê Amerîka Donald Trump îro Sêşemê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re dicive.

Netanyahu rêberê yekê yê cîhanê ye Trump di gera xwe ya duyê de vedixwîne Washingtonê.

Serok Trump roja Yekşemê ji rojnamevanan re gotibû ku hevdîtina li Qesira Sipî civîneke pir girîng e.

"Ez li benda nîqaşên me her duyan im ku em çawa dikarin aştîyê bînin Îsraîl û cîranên wê û hember dijminên xwe yên hevpar çi xebatan bikin," Trump di vexvendinameya xwe ya ji Netanyahu re gotibû.

Netanyahu jî do Yekşemê gotibû ku ewê li ser mijarên girîng yên wek têkbirina Hamasê, vegerandina hemî dîlîn Îsraîlî û pêşîgirtina êrîşkarîya Îranê û hêzên bin kontrola wê ku gefa ser ewlekarîya Îsraîl, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê ne.

Tîma rêvebirîya di girêdana peymana agirbest û pêvguherina dîl û girtîyan ya navbera Îsraîl û Hamasê agirbest û peymana berdana dîlan de Trump alîkarîya rêvebirîya Biden kiribû.

Jêderên agahdar dibêjin ku di hevdîtina Trump û Netanyahu de qonaxa paştir ya lihevkirinê ji yek mijarên gotûbêjan be.

Trump gotibû ku di çarçoveya hewila "paqijkirina" Gazeyê de ew dixwaze ku Urdun û Misir pirtir penaberên Filîstînî qebûl bikin.

Netanyahu û Trump di gera yekê ya seroktîya Trump de hevbendên nêzîk bûn. Lê, têkilîya wan aloz bûbû, piştî ku dema Trump îtîraza encamên hilbijartina seroktî ya 2020’an dikir, Netanyahu jiber serketina hilbijartinê Joe Biden pîroz kiribû.

Têkilîya wan di Tîrmehê de ber bi başbûnê ve çûbû, dema ku Netanyahu piştî hevdîtina bi Biden û cîgira wî Kamala Harris re, li xanîyê wî yê li Florida serdana Trump kiribû, ku hîngê ji hewleke kuştinê rizgar bûbû.

Netanyahu roja Yekşemê gotibû ku vexwendina wî ya wek reberê yekê li Qesira Sipî jibo dewleta Îsraîlê pir girîng e û hêza hevbendîya navbera Îsraîl û Amerîka nîşan dide.

Hêjayî balkişandinê ye ev dibe seredana 14’an e ya Netanyahu ya Qesira Sipî ye.

XS
SM
MD
LG