Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Vekolerekî Wezareta Derve ji Kar Davêje


Steve Linick
Steve Linick

Serokê Amerîka Donald Trump vekolerê wezareta derve general Steve Linick derengî Înê ji kar avêt.

Biryara Trump rastî rexneyên tund hat ji aliyê serkirdeyên demokrat ve, di nav de jî seroka encûmena niwêneran Nancy Pelosi.

Trump di nameyekê de ji bo Pelosi got ku wî êdî bawerî bi şiyanên Linick nemaye, bê ku sedema bawerpênekirinê şîrove bike.

Nameyê diyar nekir ka dê kî were binavkirin li şûna Linick ê ku di sala 2013an de, dema serokatiya Barak Obama, ev kar wergirtibû.

Lê wezareta derve got dê li şûna wî, rêvebirê nivîsîngeha erkên biyanî Stephen Akard were binavkirin.

Niwênerên demokrat jikaravêtina Linick şermezar kir û serokê komîta karûbarên biyanî di encûmena niwêneran de Eliot Engel got ku pêwendiya vê biryarê bi vekolînekê hebû ku Linick di derheqê wezîrê derve Mike Pompeo de vekiribû.

Seroka encûmena niwêneran Nancy Pelosi jikaravêtina Linick wek bilindkirina asta” tolvedaneke metirsîdar” ji aliyê Trump ve, wesif kir.

XS
SM
MD
LG