Lînkên eksesibilîtî

Rapirsîn: Trump di Rêjeya Herî Lawaz a Erêkirina Serokatiyê de ye ji 70 Salî ve


Serokê Amerîka Donald Trump

Bi rêjeyeka berferh, dengdarên Amerîka berdewam in di erênekirina şêwazê serokatiya Donald Trump de.

Di rapirsîna herî dawî de li ser asta Amerîka, herdû dezgehên medyayî Waşinton Post û ABC news got 59 ji sedî ji xelkê Amerîka karê Trump li koşka sipî erê nakin li beramber erêkirina 37 ji sedî.

Trump salekê berê di vê hefteyê de hatibû hilbijartin û di meha çelle de desthilat bi awakî fermî wergirt.

Rojnameya Waşinton Post got rêjeya erêkirina serokatiya Trump “ lawaztirîn rêje bo serokekî Amerîka diyar dike li dirêjiya bêhtirî 70 salî ji rapirsînan.”

Ev rapirsîn nezîkî hin rapirsînên din e di vê derbarê de, wek rapirsîna Gallup ku roja înê gotibû rêjeya 56 ji sedî çakıya karê Trump erê nakin li beramber erêkirina 39 ji sedî.

Meha Nîsanê ku sed roj bi ser serokatiya Trump re derbas bû, rêjeya 42 ji sedî ji xelkê Amerîka gotibûn Trump karekî baş kiriye, lê niha ew jimar bo rêjeya 35 ji sedî daketiye, li gor rapirsîna Waşinton Post û ABC.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG