Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daxuyanîya Pompeo Ser Stratejîya Nîştimanî ya Serok Trump Bo Şerê Terorîzmê


Mike Pompeo
Mike Pompeo

Daxuyanîya Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo

Cotmeh 4, 2018

Stratejîya Nîştimanî ya Serok Trump Bo Şerê Terorîzmê

Gefên terorîstî îro pirtir ji her demek din aloztir in, û di herikîn û livînek zêdetir de ne. Grûbên terorîst û torên wek al-Qaida, DAIŞ, û terorîstên ji layê Îranê ve tên piştgirî kirin êrîşên ser me, hevalbend, û hevparên me didomînin. Em divê bi rêbazek berfireh û kordînekirî şerê van gefan bikin. Pêştir, îro, Serok Trump stratejîyek nîştimanî ya nû bo şerê dijî terorîzmê raghihand ku giş rûyên hêza Amerîka digire xwe bo hindê ku gel û berjewendîyên me biparêze. Stratejîya serok girîngîya dîplomasî û rola hevparên navnetewî di şerê dijî gefên terorîstî de ku em pêre rûbirû ne, tekez dike. Stratejî fêm dike ku pêwîste giş welat bi awayek wekhev barê şerê terorîzmê bigirn ser milê xwe, bo hindê ku şîyanên hevlabendên me bo bersîng girtina terorîzmê berfireh bibin û bi hevkarî bi hev re kar bikin jibo têkbirina terorîstên îro û yên sibêrojê. Herwisa, Wezareta Derve, di nav kordînasyonek ji nêz ve bi ajansên din yên federalî re, dê berdewam bi hevalbend û hevparên me re kar bike bo bicîkirina wan sîyasetan û amûrên pêdivî jibo nehêlana dujminên me yên terorîst û torên wan yên piştîvanîyê.

XS
SM
MD
LG