Peyvdarekî Kremlin dibêje renge Veinna bê destnîşankirin ji bo kombûna pêşbîn a serokê Amerîka Donald Trump û serokê Rûsya Vladimir Putin.
Dmitry Peskov îro Şemiyê got herdû serkirde meha Adarê axivîn li dor kombûnekê û Vienna hate binavkirin wek cihekî pêşbîn ê kombûnê.
Peskov got ta niha hîn çi biryar nehatine standin li dor kombûnê û cihê wî.
Di axaftinekê de li Çînê, ku Putin li wir li kombûneka herêmî amade dibe, Peskov got:
“Ti rêkeftin an lihevkirin hîn nebûne û ti guftûgoyên taybet nebûne.”
Trump niha li Canada ye ji bo kombûna G-7, û îro diçe welatê Singafor ji bo kombûna li gel serokê Korya Bakur Kim Jong Un.