Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Kombûneka di Navbera Trump û Putin de tê Pilankirin


Berpirsên Koşka Sipî pilan dikin kombûnekê di navbera serokê Amerîka Donald Trump û serokê Rûsya Vladimir Putin de lidarxin, li gor rojnameya Wall Street Journal.

Raport ji ser zimanê berpirsekî rade bilind ê rêveberiya Amerîka ragihand ku balyozê Amerîka li Rûsya Jon Huntsman niha li Waşinton e ji bo alîkariya lidarxistina kombûnê.

Berpirê Amerîkî got:

“Ev pirojeyeka berdewam a balyoz Huntsman a, ku vedigere çend mehan berê, ji bo lidarxistina kombûneka fermî di navbera Trump û Putin de.”

Kesên ji van pilanan agahdar got armanca kombûnê ewe derbirîna nakokiyên demdirêj ên di navbera herdû welatan de.

XS
SM
MD
LG