Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn: Ser Hevdîtina Putin û Trump Hîn Lihevkirin Tuneye


Kremlînê ragihand ku jibo hevdîtina serokên Rûsya û Ukrayna hîn ti lihevkirin çênebûye.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov di brîfînga rojane de dîyar kir ku tevî ku lihevkirin çênebûye jî ew dizanin ku civîneke wisa hewce ye.

Ev şiroveya Peskov li dû gotina Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio hat ku gotibû ger her du alî ser sekinandina şerê li Ukrayna pêşve herin Trump û Putin dikarin bicivin.

Peskov dîyar ku Putin danûstandinên aştîyane dixwaze, lê ji alîyekî din ve jî şer didome.

‘’Operasyona leşkerî ya taybet didome. Divê hemî armanc werin bi dest xistin.’’

Wî bi berdewamî got ku nûçeyên îdia dikin ku Rûsya li Erebistana Saudî ji Amerîka xwestiye ku NATO yekîneyên xwe ji rojhilata Ewrupa vekişîne ne rast in.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG