Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Bi şêweyê Helmetê Rêveçûnekê li Florida Li Dar Dixe


Serokê Berê Yê Amerîka Donald Trump
Serokê Berê Yê Amerîka Donald Trump

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump dê îro Şemîyê li bajarê Sarasota yê Florida rûveçûnekê li dar bixe, ku bo cara duyem bi şêweyê helmetê saz dike di vê havînê de, di demekê de ku ew hewl dide careke din cihê lingê di nava partiya Komarî de bihêz bike û berî hilbijartinên sala 2022an, piştgirîya hevalbenên xwe yên kandîd bike.

Ev rêveçûn ku dê bi yarîyên agirîn û şûwazê pîrozbahîyên 4ê Tîrmehê, roja serbixweyîya Amerîka, were organîzekirin, pêşbîne bi beşdarbûna hezaran kes bibe ji seranserî wîlayeta ku Trump di hilbijartinên sala 2020an de,bi rêjeya 3% li wir bi ser ket .

Trump renge dîsa serok Joe Biden rexne bike, îdîayên xwe yên ku wî hilbijartên 2020an ji ber sextekarîyê ji dest dan dubare bike û bang li alîgirên xwe bike ku piştgirîya hevbendên wî bikin ji bo dubare kontrolkirina kongrêsê sala bê.

Hejayî gotinê ye, 53% ji Komarîyan bawer dikin ku Trump di hilbijartinan de bi ser ketibû û jidestdana wî ya hilbijartinan vedigerînin "dengdana ne yasayî".

Rapirsiyeke Reuters/Ipsos ya 17-19ê Gulanê diyar kir ku çarîkeka xelkê erê dikin ku Trump bi ser ketibû.

jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG