Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mihemed Selîm Swarî Behsa Împîçkirina Duyem ya Trump Dike


Proseya impîçkirina duyem ya serokê berê yê Amerîka Donald Trump li Sînatoya Amerîkî berdewam e û renge ew heta roja Şemî yan Yekşmê jî dirêj bike, li gor berpirsekî sînatoyê.

Di demekê de ku piranîya komarîyan li dijî împîçkirinê ne, hin demokratan xemên xwe der birîn li dor dirêjkirina proseyê û dibêjin ew dê ecindeya serok Joe Biden paş bixe.

Nivîskar û rojnamevan Mihemed Selîm Swarî di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka behsa vê împîçkirinê kir û got ku Amerîka welatê yaseyê ye û dê her tişt li gor yaseyê bête cîbicîkirin.

Swarî ku li bajarê Detroit yê wîlayeta Michigan dimîne got:

“Rûdanên roja 6ê mehê (meha Çile), ne durist û gelekî çep û xwar bûn. Wê demê, eger komarîyan jî xwe dabana alîyê Trump, dê ser û berê Amerîka hatiba şêlandin. Lê komarîyan bi awayekî têgihştî ew êrîş tawanbar kir, ji nav wan jî cîgirê serok Trump.”

Swarî dibêje,” Niha, piştî ku Trump ji ser serokayetîyê çû, ez bawer dikim ku ser û ber hate raqwestandin û komarî dê rê nedin demokratan ku her tiştê bixwazin bi serê Trump bikin... Pêkanîna yaseyê di vê derbarê de di cihê xwe de ye.”

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng veke

Hevpeyvîna li gel Nivîskar Mihemed Selîm Swarî
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:21 0:00

XS
SM
MD
LG