Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mehmûd Ebbas Behsa Gotara Salane ya Trump Dike


Di gotara xwe ya salane de, serokê Amerîka Donald Trump bal kişand ser "serkeftinên mezin ên abûrî" yên xwe di dema sê salên serokatiya xwe de. Wî her wiha behsa gelek mijarên din kir, wek nizimbûna asta bêkariyê di dema serokatiya wî de, kertên perwerde û tenduristî û gelekêmn din .

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Dr. Mehmûd Ebbas di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev gotar wek gotareke balkêş nirxand ji aliyê nakokî û girjiyên di navbera herdû aliyên sereke yên Amerîka, demokrat û komariyan de.

Ebbas ê ku li bajarê Houstun ê wîlayeta Texasê dimîne gor:

“girjî û nakokî her di destpêka gotarê de xuya bûn, dema ku Trump dest neda seroka Kongrêsê (Encûmena Niwêneran) Nancy Pelosi û di dawiya gotarê de dema ku Pelosî rûpelên gotara Trump çidarndin.”

Di derbarê siyaseta derve ya Amerîka de, Ebbas got Trump nikare bi tenê xwe biryara stratejiya Amerîkî bide ji ber ku stratejiya Amerîka ya derve pêwendî bi demokratan û her wiha bi NATO jî heye.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng veke

Hevpeyvîna li gel Mehmûd Ebbas
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:48 0:00


XS
SM
MD
LG