Şêwirmendê pile bilind yê berê yê Qesra Sipî, Steve Bannon roja Sêşemê red kir bersîva pirsên wan qanûndarêjan bide ku lêkolînê derbarê destêwerdana Rusiya di hilbijartinên 2016ê de dikin.
Bannon bi demjimêran li pêşberî Komîta Zaniyariyan ya Civata Nûneran amade bû, ku yek ji çendîn komîteyan e lêkolînên xwe derbarê destêwerdana Rusiya encam didin.
Wê komîtê di bersîva redkirinên Bannon de ew bi nivîsîn bang kirin. Endamê bala yê Demokrat di wê komîtê de, Adam Schiff, got Qesra Sipî rênimayî dayne Bannon ku bersîva pirsan nede.
Sekirtera ragihandina Qesra Sipî Sarah Huckabee Sanders gote rojnamevanan, “ji bilî şefafbûnê, kesê ji wê çi daxwaz nekirîne.”
Wê got ku, rêveberiya Trump bi temamî “hevkarî tevî wan lêkolînên di holê de kiriye” û Kongres divê raguherînê bi Qesra Sipî re bike berî ew bikare babetên nihênî bi dest bîne.
Schiff diyar kir ku, ew çaverê dike Bannon carek din derkeve pêşberî wê Komîtê.
Bannon berdewam piştgiriya xwe bo Trump tekez kiriye, lê pêwendiyên wî bi serok re bi xirabî têkçûne piştî gotinên wî di pirtûka Mikel Wolfff bi navê “Fire and Fury” de hatin weşandin ku, tê de ew rexnê ji kempeyna Trump û karûbarên Qesra Sipî girtiye di midehê mehên destpêka karê wê rêveberiyê de.