Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump roja Şemîyê got ku nabe Amerîka tevlî şerê Sûrîyê bibe, ku hêzên opozîsyonê gefan li hikûmeta Serok Beşar el-Esed dikin.
Trump ser hesaba xwe ya Truth Social de peymaey ser rewşa li Sûriyê û pêşhatên li wî welatî weşand.
Di beşekî peyama xwe de Trump dibêje "Çekdarên opozisyonê li Sûriyê, di tevgereke nedîtî de, bi tevahî bajar û bajarok, di êrîşeke pir hevrêz de, kontrol kirin, û aniha li derdora Şamê ne, eşkere ye ku xwe amade dikin ku pêngavek pir mezin ji bo derxistina Esed pêk bînin.
Trump got, "Ji ber ku Rûsya li Ukrayn pir girêdayî ye, û bi windakirina zêdetirî 600,000 leşkeran li wir, xuya dike ku nikaribe vê meşa rastîn ya li Sûriyê rawestîne, Rûsya ku bi salane ew welat parastîye."
Trump di beşekî din yê peyama xwe de siyaseta serokê berê yê Amerîka Barak Obama li herêmê bi tundî rexne dike.
Trump dîsan got "Sûriye di nav kaosê de ye, lê ne dostê me ye û nabe ku Amerîka tiştekî bike, bila tevlî nebîn!"
Ev di demekê de pêktê ku Trump roja şemiyê gihîşt firokexaneya Parîs Orly û piştre serdana balyozxaneya Amerîkî ya li nêzîkî qesra serokatiya Fransa kir.
Trump û Macron civiyan, lê behsa rojeva wan nehat kirin.
Rêberên Ewrupî bi fikar in ku Trump alîkariya leşkerî ya Amerîkî ji Ukraynayê re di demek hesas a şer de rawestîne ji ber ku ew hewl dide li hember hêzên Rûsî rû bi rû bimîne.
Serokê hilbijartî Donald Trump bi serdana xwe ya Fransayê vegeriya qada cîhanî da ku beşdarîyê di vekirina Katedrala Notre Dame ya Parîsê de bike.
Ev yekem sefera derve ya Trump e ji dema serketina mehek berê di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de, dibe ku ev derfetek be ji bo serokê Fransa Emmanuel Macron ku di navbera Ewropa û Trump de rola navbeynkariyê bilîze.