Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Rewşa Kurdan û Sûriyê Piştî Vekişîna Hêzên Amerîkî


Serokê Amerîka Donald Trump, roja Çarşemê di hesaba xwe ya Twîterê de ragihandibû ku, wan DAIŞ li Sûrîyê têk biriye, loma hêzên Amerîkdê ji Sûrîyê dê derkevin.

Vê biryarê bandoreke mezin li raya giştî ya navxwe ya Amerîka û ya welatên Ewrûpa û welatên li herêmê kir.

Ji egera biryara bilez ya derketina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, reaksyonên cûda ji nav û derveyî Amerîka derketin, reaksyona herî dawî dest ji kar kişandina wezîrê berevaniya Amerîka James Mattis bû.

Mattis nameya dest ji kar kişandinê pêşkeşî serok Trump kir û got, Ez weke wezîrê beraviyê Amerîka yê 26an dest ji karê xwe dikişînim û hûn dikarin kesekî din bibînin yê ku nêzîkî hizir û ramanên we ye.

James N. Mattis
James N. Mattis

Mattis herweha got, Em bi tu şêweyan nikarîn parastina xizmeta berjewendiyên xwe bikîn, bê ku hevpeymanên xwe biparêzîn û li hember wan bi rêz û hûrmet bin.

Hêzên Sûriya Demokrat û HSDê jî, reaksoyan û bertekên nerazîbûnê nîşan dan û dan zanîn ku DAIŞ û grûbên radîkal tenê dê sûdê ji vê biryarê bibîn.

Bi derketina biryarê, Kurdên li herêmê, hêzên wan yên leşkerî û Îdara wan ya xwecihî jiber gefên cidî yên Tirkiyê ketine di xeterê de.

Mamend Roj, Şirovekarê pirsên Stratejî
Mamend Roj, Şirovekarê pirsên Stratejî

Ev pirs mijar bernama Hello Washington bû. Her yek ji birêz Mamend Roj, şirovekarê pirsên Stratejî ji Silêmaniyê û birêz Newaf Xelîl berpirsê navenda Lêkolînnên Kurdî li Almaniya tevlî bernamê bûn.

Pêşî Mamend Roj got "

Ev biryar dê Erdhejeke Ceosiyasî li herêmê peyda bike"​
Nawaf Khalil
Nawaf Khalil

Herwiha birêz Newaf Xelîl berpirsê Navenda Lêkolînên Kurdî li Almanya got"

Biryar hêjî bidawî nebûye, niha navendên Ewrûpî zêdetir ji Amerîka fikaran dikin û ji encamên biryarê ditirsin".

Mêhvanên bernamê herwiha li ser gelek îhtîmalan rawestiyan, dem ku leşkerên Amerîkî vegerin welatê xwe û Kurdan bitenê bihêlin.

Di heman demê de berpirsên hêzên HSDê dan zanîn ku şerê li dij DAIŞê bi dijwarî tê berdewam kirin, ne pêkane niha Amerîka hêzên xwe vekişîne.

her îro berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ji Dengê Amerîka re ragihand ku DAIŞ hîn zindî ye li Derêzorê şerekî dijwar didome.

"Hêzên me jî di nav de, şerekî dijwar li dijî DAIŞ'ê berdewam dike jiber ku ew bi awayê herî xurt li ber xwe didin. Dîsa hucreyên wan yê razayî hene ku li Minbicê û cîhên din êrîşan pêk tînin. Pir çewt e ku mirov bêje DAIŞ hatiye şikandin."

Hello Washington 21.12.2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:09 0:00

XS
SM
MD
LG