Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Berevaniya Gotina xwe ya “Erk Pêk Hat” Dike


Serokê Amerîka Donald Trump di twîtekê de îro Yekşemê bervaniya karanîna gotina “Erk Pêk Hat” kir li dor êrîêşa leşkerî ya dijî hikûmeta Sûriyê.

Trump got erk “bi temamî pêk hat, li gel hûrbîniyeka ku tenê medya sexte dixwaze kêm bike bi riya balkişandina ser gotina min "Erk Pêk Hat.”

Wî her wiha got:

"min zanîbû ew dê wiha bikin lê min hest kir ku têrmeka leşkerî ya başe ku divê gelek caran bête karanîn.”

Karanîna gotina”Erk pêk hat” doh ji aliyê Trump ve, hin berhevkirin derxist holê li gel serokê pêştir ê Amerîka George Bush, dema wî di sala 2003an de dawîya operasyona Amerîka li Îraqê ragihand di bin durişma “Erk Pêk Hat” de. Lê şerê Îraqê pişre bi salan dirêj kir.

XS
SM
MD
LG