Serokê hilbijartî yê Amerîkî Donald Trump îro hilweşandina desthilata Beşar Esad ya ji alîyê serhildayên bi piştgirîya Enqerê ve wek destdanîneke nedostane" bi nav kir.
Trump di preskonferansekê de li Florida got ku bi bawerîya wî Tirkîye û serokê wê Recep Tayyîp Erdogan li pêy bûyerên dawî li Sûrîyê ne
“Ez Tirkîyê gelek baqil dibînim… Tirkîye, bê ku gelek kes jîyanên xwe ji dest bidin, destdanîneke nedostane kir. Ez dikarim bibêjim ku Esad mirovkuj bû, wî çi anîbûn serê zarokan ki…” Trump li mala xwe ya li Florida ji rojnamevanan re got.
Wî bi berdewamî got ku ew naxwazin leşkerên Amerîkî li Sûrîyê werin kuştin, lê kes nizane ku şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn wê çi encaman bînin.
Jêder: AFP