Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump li Texasê Dest bi Helmeta xwe ya Hilbijartinê Dike


Serokê berê yê Amerîka Donald Trump
Serokê berê yê Amerîka Donald Trump

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump roja Şemiyê kombûna xwe ya yekem a helmeta serokatiyê li dar dixe, li cihê ku di sala 1993an de pevçûnek kujer di navbera komeke dijî hikûmetê û ajanên federal de pêk hat, di demekê de ku ew li dijî gelek lêpirsînên gunehkariyê radiweste ku gefê didin ser hehla wî ya gihîştina Koşka Spî.

Waco ya Texasê, ku salvegera 30î ya dorpêçkirinê vedijîne, bûye pîvana çalakvanên rastgir ên tundrew ku bi dîroka xwe ya berxwedanê li dijî hukûmetê serbilind in.

Helmet dibe di nav pêlek daxuyaniyên Trump de li dijî dozgerên New Yorkê ku îdîa dike ew kesên xerab in û dozên li dijî wî, dozên bê bingeh in.

Tê pêşbînîkirin ku Trump li pêş 15,000 alîgiran biaxive , di demekê de ku ew rastî tawanên dayîna bertîlên bêdengkirinê dibe ku tê gotin wî çend rojan berî hilbijartina 2016an dabûn stêrkeke pornoyê ya ku îdia dike Trump bi wê re pêwendiya seksî kiriye.

Trumpê 76 salî, ku bi gurkirina êrîşa 6ê Çileya 2021 li ser Kongrêsê hate tawanbarkirin, dawiya hefteya borî banga xwepêşandanên dijî dozgerê Navçeya Manhattan Alvin Bragg kir, û îdia kiribû ku ew ê roja Sêşemê were girtin.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG