Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dê ligel Karbidestê Çavdêrîyê di Doza New York de Kom Bike


Axaftineke Trump piştî biryara dadgehê di doza wî de derket. 30'ê Gulanê, 2024.
Axaftineke Trump piştî biryara dadgehê di doza wî de derket. 30'ê Gulanê, 2024.

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump îro Duşemê ragihand ku ewê hevpeyvînek di navbera wî û berpirsekî çavdêrîyê were kirin, berî ragihandina meha bê ya cezakirina wî di doza girêdayî aktera filmên seksî de.

Hevpeyvîna ligel karbidestê çavdêrîyê gaveke pêwîst e berî ku cezakirina tawankarîyê di dozê de were ragihandin.

Di emailekê de bi piştgiran, berbijarê serokatî yê Komarî got ku “ez li ber im ku ligel efserekî çavdêrîyê biaxivim,” lê wî negot ewê kengî hevpeyvîn pêk were.

Di darizandineke dîrokî ya serokekî berê yê Amerîkayê de, Trump meha borî ji alîyê desteya sûndxwaran li dadgeheke Manhattan li New Yorkê li ser 34 tawanên sextekirina tomarên kar gunehbar hate dîtin. Doz girêdayî dana pereyan e bo aktera filmên seksî Stormy Daniels da ku ew berî hilbijartinên 2016’an behsa peywendîya xwe ya seksî ligel Trump neke.

Trump red dike ku peywendî di navbera wî û Daniels de çêbûbe û soz daye ku pêdaçûnê dijî biryara dadgehê destpê bike piştî ragihandina cezayê wî li 11’ê Tîrmehê.

Raporta berpirsê çavdêrîyê bi wê mebestê ye ku nêrîneke giştî derbarê rewşa jiyana kesê tawanbar bide dadwerê cezakirinê da ku alîkarîya wî bike cezayê zindanê yan cezayekî din wekî xistina bin çavdêrîyê bide.

Di hevpeyvîneke normal de, berpirsê çavdêrîyê dê hejmareke pirs ji tawanbar bike, wekî pirsên derbarê malbata wî, zaroktîya wî û agahîyên din yên taybet.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG