Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Alîkarîya jibo Ukrayna Sekinand


Qesira Sipî roja Duşemê bi şev ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump alîkarîya jibo Ukrayna sekinandiye.

Karbidestekî payabilind yê rêvebirîya Trump li ser pirsa derbarê sekinandina alîkarîyan got ku ‘’Serok, bi awayekî zelal bala xwe daye ser aştîyê.’’

Wî karbidestê ku nexwest navê wî eşkere bibe, dîyar kir ku ew jibo çareserîyê alîkarîyê disekinînin.

Trump do Duşemê got ku îmzakirina peymana madenê seba domandina alîkarîyên jibo Ukrayna girîng e û dîyar kir ku ewê roja Sêşemê di rûniştina hevbeş ya Kongresê de ser vê mijarê hin tiştên nû ragihîne.

Bi nîqaşa Trump û Zelenskyy ya roja Înê jibo Ewrupîyan ser siberoja Ukrayna fikar çêbûne.

Trump dibêje ew hewil dide dawî li şer bîne, lê Zelenskyy dîyar dike ku çareserîya Trump dikare kêrî Moskowê were.

Serok Trump roja Duşemê bi awayekî hîn eşkere got ku ger Ukrayna dixwaze sax bimîne divê Zelenskyy peymanekê çêke.

Wî dîyar kir ku li gor bawerîya wî Rûsya dixwaze peyman çêbe û got ku jiber trajedîyên giran gelê Ukrayna jî dixwaze ku peyman were îmza kirin.

Zelenskyy ji medyaya civakî dîyar kir ku dawîya şer hîn dûr e, lê Trump, serokê Ukrayna jiber vê fikrê rexne kir û got ku Amerîka nikare hîn zêde ser vê mijarê bisekine.

Li ser biserneketina danûstandinên li Qesra Sipî, Zelenskyy bi hevbendên Ewrupî re kom bû.

Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer bi awayekî germ pêşwazîya Zelenskyy kir.

Starmer careke din got ku ew dikarin hêzên aştîyê bişînin Ukrayna û da zanîn ewê jibo 5,000 muşekan 2 mîlyar dolar bidin Kîevê.

Wî dîyar kir ku jibo aştîyê divê Ewrupa hin berpirsîyan bigire ser xwe, lê jibo serketinê piştgirîya Amerîka jî hewce ye.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG