Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Berê Trump bi Xapandina Amerîka Tê Tawanbar Kirin


Dozgerê Taybet Jack Smith
Dozgerê Taybet Jack Smith

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump do Sêşemê ji hêla dozgerîya federal ve jiber hewlên neqanûnî yên bo betalkirina encamên hilbijartinên 2020’an hat tawanbar kirin.

Trump ev cara sêyê ye di nav çar mehan de wek serokê berê yê Amerîka tê tawanbar kirin; ev di wî çaxî de pêk tê dema ku ew carek din bo berbijariya seroktîyê bo hilbijartinên 2024an amadekariyan dike.

Îdianameya derbarê Serokê berê yê Amerîka Donald Trump, ku ser hewildanên wî yên bo guhertina encamên hilbijartinên seroktîyê hatiye amade kirin, hat eşkere kirin.

Li gor îdianameyê, Trump bi komployên ser xapandina Amerîka û mafên Amerîkîyên tawanbar e.

Ew îdianame ya 45 rûpelî ji alîyê dozgerê taybet Jack Smith û tîma wî ve hat amade kirin.

Piştî civînên bi saetan ya Jurîya Mezin tawanbarkirinên Trump hatin ragihandin.

Di Jurîya Mezin de 23 kes hene û jibo tawanbarkirin çêbe divê 12 kes ser tawanbarkirinê dengên xwe bidin.

Li Amerîka cara pêşî serokekî berê bi tawanbarkirinan re rûbirû maye.

Îdinameya dijî Trump wisa destpê dike: ‘’Berguman Donald Trump serokê 45’an yê Amerîka bû û jibo hilbijartinên 2020’an jî berbijar bû. Ew berguman di hilbijartinan de têk çû, lê tevî vê jî dixwest li desthilatê bimîne.’’

Di îdianameyê de tê gotin ku Donal Trump piştî hilbijartinên Mijdara 2020’an du meh û nîvan tevî ku zanibûye jî bêbingeh in jî îdiayên ser serketina wî belav kirine.

Dozgerê Taybet Jack Smith di preskonferansa kin de bang li herkesî kir ku temamê îdianameê bixwînin.


Smith dîyar kir ku ew dixwazin ku peyvajoya darizandina bi lezgînî bimeşe.

Wî êrîşa dijî kongresa Amerîka ya serê sala 2021’an bi bîr xist û got ku derewên ser hilbijartinê kiriye ku ew rewş gurtir bibe.

Çaverê ye Serokê berê yê Amerîka Donald Trump sibê Pêncşemê li Washington ya paytext derkeve pêş dadgehê.

Trump berî îdianame were eşkere kirin ji Trth Socialê, ku platforma wî ya medyaya civakî ye, dîyar kiribû ku wî bihistîye ku ewê dijî wî îdianameyek were eşkere kirin.

Wî ser dozgerê taybet Jack Smith got ku yekî tewş e û got ku ewê bo li hilbijartinên 2024’an mudaxale bike îdianameyeke sexte ragihîne.

Jêder: VOA, Reuters, AFP, X

XS
SM
MD
LG