Serokê Amerîka Donald Trump dibêje wê pêleke duyem ya êrîşên çaverêkirî ser Venezuelayê betal kiriye û dide zanîn ku Amerîka û rêberên demkî yên wî welatî baş bi hev re kar dikin, "bi taybetî derbarê jinûavakirina binesazîya neft û gazê."
Di postekê de ser platforma Truth Social roja Înê, Trump diyar kir ku "Venezuela hejmarên mezin yên girtîyên siyasî azad dike wekî nîşaneke 'lêgerîna li aştîyê.' Ev nîşaneke pir girîng û jîr e."
Piştî girtina dîktator Nicolas Maduro ji alîyê hêzên Amerîkî ve Şemîya borî, Trump roja Înê got, "Amerîka û Venezuela baş bi hev re kar dikin, bi taybetî derbarê ji nûve avakirina binesazîya neft û gazê bi awayekî gelekî mezintir, baştir û nûjentir. Ji ber vê hevkarîyê, min pêleke duyem a êrîşan ku dihate çaverêkirin betal kiriye. Diyar dibe ku ew yek êdî ne pêdivî ye, lê belê, hemû keştî dê ji ber sedemên ewlekarî li cihên xwe bimînin."
"Trump got ku ewê Înê ligel kompanîyên neftê yên Amerîkî li Koşka Spî kom bibe ji bo gotûbêjkirina alîkarîya jinûavakirina binesazîya enerjîyê li Venezuelayê. Bi kêmî dê 100 milyar dolar di (kompanîyên) mezin yên neftê de were weberhênan, ew kompanîyên ku ezê îro li Koşka Spî bi wan re bicivim," wî anî ziman.