Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Dibêje Venezuela dê Koçberên Dersînorkirî Qebûl Bike


Dîmenên dersînorkirina koçberên biyanî ji Amerîka
Dîmenên dersînorkirina koçberên biyanî ji Amerîka

Serok Donald Trump îro Şemiyê got ku Venezuela qebûl kiriye ku koçberên neqanûnî yên ji Amerîka dimînin û fermana dersînorkirina wan hatîye dan, di nav de endamên çete jî hene dê qebûl bike.

Trump li ser platforma xwe ya Truth ya medya civakî got, "Venezuela qebûl kir ku hemî koçberên neqanûnî yên wî weltî vegerin ku li Amerîka diman, di nav de tora çeteyên -Tren de Aragua." Trump Înê îşaret bi vegerîna 6 Amerîkîyên ku li Venezuela girtî bûn da.

Trump got, "Venezuela herwiha stendina tedbîrên vegerandinê jî qebûl kirîye."

Wî got "Em niha di prosesa dersînorkirina hejmarek zêde ya koçberên neqanûnî de ne, ku ji gelek welatan hatine, wan hemî welatan car din qebûl kirîye ku koçberên xwe wergirin."

Girtîyên Amerîkî yên li Venzuela bûn, roja Înê hatin berdan û vegeriyan welatê xwe, piştî hevdîtina nûnerê taybetî yê Trump Richard Grenell û Serok Nicolas Maduro, ku daxwaza "destpêkek nû" di têkiliyên bi Washington re kir.

Şeş kesên ku nasnameya wan nehate zanîn, di balafirê de ligel Grenell bi devken wêne kişandin.

Grenell çûbû Caracas da ku ji hikûmeta Maduro bixwaze ku vegerandina bê şert û merc a Venezuelayîyên ku ji Amerîka hatine dersînorkirin qebûl bike an jî ewê rastî cezakirinê were.

Trump soz da ku mezintirîn helmeta dersînorkirina koçberan di dîroka Amerîka de pêk bîne, û soz da ku dê bi mîlyonan koçberên bê belge, ku pir ji wan ji welatên Amerîkaya Latînî ne, derxe.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG