Endamên jûrî yên di doza ‘diravên bêdengmayînê anku pereyên huşkirinê’ ya Donald Trump de biryara xwe eşkere kir.
Jurî giheşt wê biryarê ku Trump ji her 34 tawanên sextekirina belgeyên kompanîya xwe sucdar e.
Dadgehkirina Trump di 15 Nîsanê de, li Dadgeha Tawanan ya Manhattan New Yorkê destpê kiribû ku di nava bîragiştî de wek doza ‘perêdayîna dijqanûnî ya jibo bêdengkirinê’ tê zanîn.
Trump serokê yekê yê Amerîka bû ku di dadgehe tawanan de hate darizandin û wî bi 34 tawanên sextekirina belgeyên kompanîya xwe hate mehkûm kirin.
Dozger dibêjin ku Trump û hevalbendên wî, di peyvajoya kempeyna wî ya seroktîyê ya 2016’an de hîle û sextekarî kirine; ku bi armanca veşartina hin bûyeran şermdar bi rêbazên dijî qanûnî pere dane jimareke kesan ku ew bê deng bimînin.
Sitêrka filmên porno Stormy Daniels jî pere ji Trump sitandiye ku ser tekilîya xwe ya seksî bi wî re bê deng bimîne, lê serokê berê wê îdiayê red dike.
Dozger dibêjin ku Trump bi diravdayîna Daniels, bandor li ser hilbijartinên 2016’an kiriye û bi nehiştina nûçeyan ji dengderan re destwerdanê li ser hilbijeran kiriye.
Trump hemî tawanbarîyên dijî xwe bi tundî red dike û dozê wek "givaştina sîyasî" bi nav dike.
12 endamên jûrî yên dozê ev zêdetirî 6 hefte ne ku li salona dadgehê ya New Yorkê bêdeng rûniştin, dema tawanbarîyên xwe eşkere kirin û parêzerên Trump hewil dan ku wan îdiayan pûç bikin.